Navenda Hîlala Zêrîn ya Helebê ji bo pêşwaziya 8’ê adarê komên stran û dîlanê perwerde dike, da ku bi pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî dilê beşdaran xweş û geş bikin.
Xebatkar û rêveberên navendê dibêjin, çi dibe bila bibe, lê ew ê her tim 8’ê adarê pîroz bikin.
Ji bo pêşwazîkirina 8’ê adarê li seranserî herêma bakur û rojhilatê sûriyê amadekarî tên kirin û çalakiyên cuda tên lidarxistin.
Navenda Hîlala Zêrîn ya bajarê helebê jî ji bo pêşwaziya 8’ê adarê komên stran, mûzîk û dîlanê perwerde dike, da ku di 8’ê adarê de bi pêşkêşkirina berhemên xwe yên hunerî dilê beşdaran xweş û geş bikin.
Rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn a Helebê Biharîn Sîno behsa bernameya xwe kir û anî ziman ku ew rojane ji bo 8’ê adarê perwerdeyên xwe pêk tînin.
Her wiha Mamosteya şano Axîn Reşo jî 8’ê adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û tekez kir ku, çi dibe bila bibe, lê ew ê her tim 8’ê adarê pîroz bikin.
Li seranserî Rojavayê Kurdistan û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên lidarxistina şahiyan tê kirin. Komîteyên amadekar ragihandibûn çalakiyên îsal dê bi dirûşmeya Bi jin jiyan azadî, ber bi Sûriyeke Demokrat ve, werin lidarxistin.
