ŞEHÎD CÛDÎ IDRÎS DI SALVEGERA 10’EMÎN A ŞEHADETA XWE DE HAT BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Şehîd Cûdî Idrîs di salvegera 10’emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li goristana şehîd Delîl Saroxan hate bibîranîn.

Malbata şehîd Cûdî, hêzên ewlekariya hundirîn, heval û hevrêyên tevlî merasîma bibîranînê bûn.

Di merasîmê de li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Malbatên şehîdan û malbata şehîd Cûdî axaftin hatin kirin.

Axêveran gotin, heta dawiyê em ê bibin şopgirên rêk û doza şehîdan ya pak û pîroz.

Share This Article