XELKÊN AMÛDÊ BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊN 3 ŞEHÎDÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên bajarê Amûdê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 3 şehîdên Hêzên sûriya Demokratîk QSD’ê yên ku li bandava Tişrînê şehîd bibûn, oxir kirin.
Beşdarên merasîmê soza şopandina xeta şehîdan dan û gotin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Xelkên bajarê Amûdê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 3 şehîdên Hêzên sûriya Demokratîk QSD’ê yên ku li bandava Tişrînê şehîd bibûn, oxir kirin.

Merasîm bi beşdariya bi sedan xelkên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, Meclisa malbatên şehîdan, PYD’ê û kongra îslama demokratîk hate li darxistin

Di merasîmê de axaftin li ser navê Meclisa malbatên şehîdan, Hêzên leşkerî û hevrêyên şehîdan hatin kirin. axêveran êrîşên li ser bendava tişrînê şermezar kirin û berxwedana dîrokî ya gel û şervanan silav kirin

Beşdarên merasîmê soza şopandina xeta şehîdan dan û gotin em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Her wiha beşdarên merasîmê bang li hêzên navneteweyî kirin ku rê li pêşiya êrîşên dagirkeriyê bigrin.

di dawiya merasîmê de wesîqeyên şahadetê yên her 3 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel bi berzkirina diruşmeyên şehîd namirin na ji dagirkeiyê re cenazeyên şehîdan spartin axê.

Share This Article