di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî” de kongra Îslama Demokratîk li Qamişlo civînek li dar xist.
Di civînê de hate gotin, divê azadiya Rêber Apo pêk were û fikra rêbertî ya banga biratî û aştiyê li cîhanê belav bibe.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên piştgiriya pêngava cîhanî ya ′Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ku di 10′ê Mijdarê de hate lidarxistin, Encumena Olî ya Qamişloyê civînek li dar xist.
Civîn bi amadebûna îmam, nûnerên Encumena Olî ya Jinan li Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê û Til Hemîsê li mizgefta Qasimo ya Qamişloyê hat lidarxistin.
Di civînê de fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo pêkanîna jiyana hevbeş di nava tevahî gel û olên li Rojhilata Navîn de hat nîqaş kirin.
Endamê rêveberiya Kongreya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan ji Rojava Tv re siyasetên pergala hegemon a global û armancên lawazkirina gelan şîrove kir.
Her wiha Serokê Encumena Olî Ya Bajarê Qamişlo Elî Resûl jî diyar kir ku serok Apo bi fikrê xwe yê azad banga biratî û aştiyê dike.
Beşdaran di dawiyê de gotin ku ew ê piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin û bi xurtî tevlî bibin.
