30’Ê GULANÊ HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN DÊ PÊK WERIN
Komseriya Bilind a Hilbijartinan îro yekem civîna xwe li reqayê li dar xist û tê de raghndin ku dê di 30’ê Gulanê de hilbijartinên yekîtiya şaredariyan were li darxistin.
Civîn bi danasîna endamên komseriyê û erkdarkirina wan ji aliyê hevserokatiya komseriyê ve destpêkir.
Di civînê de gerînendeya hilbijartinan, nivîsgeha şopandin û kontrolkirinê û nivîsgeha perwerde û pêşxistinê di nava komseriyê de hatin destnîşankirin.
Her di civînê de komîteyên komseriyê yên kantonan û durişma komseriyê hat diyar kirin.
Paşê civîn bi nîqaşên ji bo danîna rêziknameya komseriyê hatin kirin.
Di dawiyê de daxuyaniyek hat dayin û hat raghandin ku wê di 30’ê Gulanê de hilbijartinên yekîtiya şaredariyan li dar bixin.