TEV-ÇAND’Ê BI ARMANCA PIŞTGIRIYA BERXWEDANA TIŞRÎNÊ ÇALAKIYEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya TEV-ÇAND’ê bi armanca piştgiriya berxwedana li Bendava Tişrînê çalakiya kargeha wêne ya bi navê “Rengê Berxwedana Tişrînê” li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar xist.

çalakî bi daxuyanîyekê hate vekirin û hate gotin ku, armanca çalakiya wan a hunerî piştgiriya berxwedana şervanên QSD û gelê herêmê yê li Bendava Tişrînê ye.

Piştre şêwekarên beşdar ku hejmara wan 13 şêwekar in, dest bi xêzkirina li ser tabolyên xwe kirin.

her tabolyek behsa têkoşîna nêzî du mehan ya ku li bendavê tê meşandin, dike.Di tabloyan de şehîdên bendavê, berxwedana şervanên QSD û YPJ û hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê hatin tê xêzkirin.

Li gorî Komîteya Amedekar a Kargehê wê çalakiya wan 5 rojan dewam bike. her wiha dê 26 tablo werin xêzkirin û eger derfet hebe, wê ew tablo ber bi bendavê bên şandin.

Share This Article