HILBIJARTINÊN MECLISA GEL A SÛRIYÊ RASTÎ NERAZÎBÛNÊN BERFIREH TÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Derbarê dûrxistina herêma bakur û rojhilatê sûriyê û parêzgeha siwêda ji hilbijartinên Meclisa Gel, Endamên Partiyên siyasî yên li herêmê nêrîn û nirxandinên xwe parve kirin.

Endamên partiyan diyar kirin ku ev hilbijartin ne birêxistinkirî ne û nûnertiya Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê ve nake.

Hikumeta Veguhêz a Sûriyê bêyî beşdariya welatiyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Siwêdayê amadekariyên lidarxistina hilbijartinên Meclîsa Gel dike.

Bi vê yekê wê deng û nêrîna zêdetirî 6 milyon welatiyên sûrî bê paşguhkirin.

Derbarê vê mijarê de Endamên Partiyên siyasî yên li herêmê nêrîn û nirxandinên xwe parve kirin.

Endama Têkiliyên Partiya Kesk a Demokratîk Şêrîn Dawûd Ebas diyar kir ku ev hilbijartin ne birêxistinkirî ne û nûnertiya Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê nake.

Li aliyekî din jî Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Salih Ebdo nerazîbûna xwe ya ji bo van hilbijartinan anî ziman û got, em bang li hemû aliyan dikin ku tevlî van hilbijartinan nebin.

Li gorî hikûmeta veguhêz a Sûriyê dê hilbijartin di navbera 15- 20’ê îlonê de werin lidarxistin. Rêveberiya Xweser duh bi daxuyaniyekê ragihandibû hilbijartin dûrî demokrasiyê ne û ew encamên wê qebûl nakin.

Share This Article