Saziyên Rêveberiya Xweser û Partiyên Siyasî yên li herêmê bi daxuyaniyên cuda komkujiya ku dagirkeriya tirk li gundê berxbotan ê kobanê pêk anî şermezar kirin.
Di daxuyaniyan de hat gotin ku, civaka navnetewî berpirsê komkujî û sûcên dewleta tirk a dagirker e. Her wiha hat tekezkirin ku dê kurd bi êrîş û komkujiyan bi dawî nebi
Dewleta Tirk a dagirker di 16’ê mehê de li gundê Berxbotanê ya bajarê Kobanê komkujiyek derheqê malbateke kobanî de pêk anî ku di encamê de 9 kes piraniya wan zarok bûn şehîd bûn.
Saziyên Rêveberiya Xweser û Partiyên Siyasî ên li herênê bi daxuyaniyên cuda komkujî şermezar kirin.
Meclîsa malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê komkujiya li kobanê û êrîşên dagirkeriya tirk yên bê serûber şermezar kir û got, dewleta tirk a dagirker bi êrîşên xwe naxwaze aştî li sûriyê belav bibe.
Her wiha Meclîsê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku, civaka navnetewî berpirsê komkujî û sûcên dewleta tirk a dagirkere.
Rêxistina Stêrk a Parastin û Şopandina Mafên Zarokan jî bi heman armancê daxuyaniyeke da tê de û diyar kir ku dagirkeriya tirk her roj li bakur û rojhilatê sûriyê li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne û zagonên exlaqî binpê dike.
Rêxistinê got, bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û hêzên qaşo xwe garantor dibînin, rê dide Tirkiyê ku planên xwe yên qirkirina gel pêk bîne.
Li aliyekî din PartiyênSiyasî yên bajarê kobanê êrîş û komkujiyên li dijî sivîlan şermezar kirin û gotin, komkujiya ku dewleta tirk a dagirker li gundê Berxbotanê pêk anî dikeve nava rêzesûcên turkiyê û divê di demeke nêz de dewleta tirk were cezakirin.
Partiyan anîn ziman ku, dewleta tirk bi êrîşên xwe dixwaze projeya li herêmê têk bibe û dagirkeriya xwe berferh bike, lê ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe bersivê bidin dagirkeriyê.
Her wiha Kongira star a kantona firatê jî bi daxuyaniyekê anî ziman ku dewleta tirk a dagirker ji aliyekî banga aşîtiyê dike û li aliyekî din derheqê sivîlan de komkujiyan pêk tîne.
Kongira star got, dewleta tirk bi komkujî û êrîşan dê nikaribe dawî li vîna gelê kurd bi taybet vîna kobaniyan bîne, dê gel bi rihê berxwedana kobanê û serhildana 12’ê adarê serî li hember êrîşan rake.
