JINÊN CIWAN LI REQAYÊ PIŞTGIRÎ DAN PÊNGAVA JI BO AZADIYA RÊBER APO

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Jinên Ciwan îro li bajarê Reqayê bi dirûşma “Bi pênc rêgezan serbixe azadî, Jin, Jiyan, Azadî komxebatek li dar xist.
komxebat li hola civînan a MSD bi beşdariya nêzî 100 nûnerên ji Yekitiya Jinên Ciwan, Nivîsgehên jinan ên MSD, Partiya Sûriya Pêşerojê û PYD li dar ket.
Her wiha bi rêya onlinê kesayetên ji Tunis, Filistîn, Lubnan, Şengal û Şamê amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin derbarê rola jinên ciwan di azadiya Rêber APO de hat kirin.
Piştre mijarên wekî nîştimanî, vîn, fikra azad, rêxistin, xweşikbûn û exlaq di komxebatê de hatin nirxandin.
Biryare ku îro komxebataYekitiya Jinên Ciwan bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Share This Article