5’EMÎN FESTÎVALA AŞTIYÊ YA ZAROKAN A LI TEBQAYÊ DI ROJA 2’YAN DE DIDOME

Rojava Tv
1 Min Read

5`emîn Festîvala Aştiyê ya Zarokatiyê li kantona Tebqayê bi pêşandana berhemê zarokan di roja 2’yan de didome.

Festîvalê bi diruşma ˊEz zarok im…ez pêşeroj imˊ û bi beşdariya 650 zarokan dest pê kir.
Bi sedan xelkê kantonê, zarok, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rêxistinên Civaka Sivîl beşdar bûn.
Armanca lidarxistina festîvalê piştgiriya zarokan û geşkirina behreya wan e.
Zarok di festîvalê de berhemên xwe yên weke; şano, govend, wênexêzî û jenîna alavên mûzîkê pêşkêş dikin.
Çalakiyên festîvalê dê 3 rojan dewam bikin.

Share This Article