7’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ya li bajarê Qamişlo di roja xwe ya duyemîn de bi rê ve diçe.
Ji saet 10:00′ê vê sibehê ve xelk, wêjevan û tevahî beşên civakê bi dilekî germ berê xwe didin hola pêşangehê.
Di pêşangehê de 60 weşanxane beşdar bûne û 140 hezar pirtûkên bi 14 hezar sernavan tê de têne nimayîşkirin.
Pêşangeha ku dê 4 rojan dewam bike, ji saet 10:00′an sibehê heta saet 8’ê êvarê vekiriye û di nav de bernameyên pêşbirkên çandî, hunerî û şahiyên îmzekirina pirtûkan jî hene.
