Kevana Zêrîn ya Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo xwedîderketina li çanda Kurdî, dewreyeke perwerdeyê ya têkildarî govenda herêma Mêrdînê vekir.
Li hember binpêkirinên Dewleta Tirk a Dagirker li Bakurê Kurdistanê li dijî çanda Kurdî bi armanca tunekirina folklora kurdî, kevana Zêrîn ya Kantona Efrîn û Şehbayê dewreyeke perwerdeyê ji bo govend û dîlana Kurdî ya têkildarî govenda Mêrdînê vekir.
Perwerde dê ji bo heyama 15 rojan berdewam bike û beşdar li ser cureyên dîlana Kurdiyê yên herêma Mêrdînê werin perwerdekirin.
KEVANA ZÊRÎN LI ŞEHBAYÊ PERWERDEYÊ LI SER DÎLANÊN MÊRDÎNÊ DIDE
