LI ŞÊXMEQSÛDÊ SEMÎNEREK BO ŞÎROVEKIRINA BANDORA ZEWACA TEMEN BIÇÛKAN HAT DAYÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê komxebatek ji bo şîrovekirina bandora zewaca temen biçûkan li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.

Komxebat bi beşdariya jinên taxên Şêxmeqsûd û eşrefiyê, tevger û rêxistinên jinan li navenda MSD’ê pêk hat.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê bandorên zewaca temen biçûkan ya li ser kesayet û civakê hate nîqaşkirin.

di dawiyê de deriyê nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin da ku nêrîn û nirxandinên xwe parve bikin.

Share This Article