Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyê komên axê yên 3 rêyên ketin û derketina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê rakirin û rê dan ku erebe derbasî herdu taxan binin.
Hêzên Hikumeta Veguhêz duh komên axê ji ser rêyên El-Ewarid, Çerxerêya Şêhan û rêya Parka Eşrefiyê rakirin.
Lê 4 rêyên din ên sereke wek; Çerxerêya Leyremûn, Çerxerêya Cendûl, Telet Eşrefiyê û Cizîrê ku ev rê ber bi her du taxên Şêxmeqûd û Eşrefiyê ve dirin, hîna jî girtî ne.
Hêzên hikumeta veguhêz di 6’ê Cotmehê de rêyên ber bi taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve girtibûn û piştre êrişî her du taxan kirin.
Di encama êrişan de welatiyek şehîd bû û nêzî 60 kes jî birîndar bûn.
