Koçberên Efrîna dagirkirî yên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dibin, revadina welatiyên li herêmên dagirkirî şermezar dikin û daxwaza vegera bi ewle dikin.
Di Nava van geşedanên ku di sûriyê de rû didin, êşa koçberên herêmên dagirkirî her zêdetir dibe û daxwaza wan vegera bi ewle ya li ser cih û warê wan e.
Koçberên Efrîna dagirkirî yên ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dibin, revadina welatiyên li herêmên dagirkirî şermezar dikin û daxwaza vegera bi ewle dikin.
Lê ji ber kiryarên çeteyên dewleta Tirk yên di derheqê koçberan de koçber nikarin vegerin li ser mal û milkên xwe.
Hêviya koçberên Efrînê ew e ku di nava van lihevhatinên ku çêdibin de kiryarên çeteyan bên sekinandin û vegera wan a bi ewle were bidestxistin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 20’ê Çileya 2018’an bi çekên giran û balafiran êrîşên hovane li dijî Efrînê pêk anîn.
piştî berxwedana dîrokî ye Gel û şervanan ku 58 rojan dewam kir, bajarê Efrînê hate dagirkirin.
