Li bajarê kobanê amadekariyên festîvala 3’emîn a arîn kezyên aştiyê ya şanoyê tên kirin.
Festîvala 3’emîn ya Arîn di 5’ê Cotmeha de wê bi durişma “Şano nasnameya zanabûna civakî ye” were lidarxistin.
Festîval her 2 salan li bajarê Kobanê bi beşdariya komên şanoyê yên seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikeve.
Festîval ji aliyê Desteya Çandê ya kantona Firatê û Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ve di salvegera şehadeta fermandara YPJ Arîn Mîrkan de li bajarê Kobanê li dar bikeve.
Li gorî komîteya amadekar, wê festîval 10 rojan li hola Navenda Çand û Huner ya Baqî Xiqo li dar bikeve û û dê di dawiyê de xelat werin belavkirin.
Şehîd Arîn di sala 2014’an de çalakiyeke fedayî li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê pêk anî û şehîd bû.
LI KOBANÊ AMADEKARIYÊN LIDARXISTINA FESTÎVALA ARÎN KEZIYÊN AŞTIYÊ YE TÊN KIRIN
