PARÊZERÊN HERÊMÊ: KONGREYA SERKEFTINÊ NÛNERTIYA GELÊ SÛRIYÊ NAKE

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Parêzeran bi daxuyaniyekê beşdarbûna kujerê şehîd Hevrîn Xelef di kongireya serkeftinê ya ku li şamê hatibû li dar xistin de şermezar kir û banga darizandina kujeran kir.
Yekîtiya parêzeran got, di kongireya serkeftinê ya ku ji aliyê HTŞ’ê ve li şamê hatibû sazkirin hin kesayetên terorîst yên ku mafên mirovan binpê dikin amade bibûn.
Yek ji wan jî kujerê şehîd Hevrîn xelef, berpirsê çeteyên Ehrar Elşerqiyê “Hatim Ebu Şeqra” bû.
Her wiha Yekîtiya parêzeran anî ziman ku li gorî pîvanên navdewletî û Rêxistinên Mafên Mirovan diviyabû “Hatim Ebu Şeqra” bihata cezakirin.
Yekîtiya parêzeran di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên jinan û rêxistinên parastina mafên jinan kirin ku kujerên ku mafên mirov û jinan binpêkirine werin cezakirin.

Share This Article