Yekîtiya parêzeran a herêma Cizîrê, Desteya parastina Ocalan û însiyatîfa azadî ji Rêber Apo re daxuyaniyek derbarê encamên nameyên ku ji bo wezareta Wekheviyê ya dewleta Tirk a dagirker re hatibûn şandin ji bo qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re dan.
Daxuyanî li pêşiya avahiya Encumena Edaleta Civakî li bajarê Qanişlo hat dayîn..
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Em weke parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê me nameyek ji bo wezareta Wekheviya Tirkiyê şandiye ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re lê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn..
Hejmara nameyên me gihîştine 691 nameyan ku hatine Îmzekirin û gihîştiye destê dewleta Tirk û wezareta Wekheviyê..
Naveroka nameyê ji aliyê parêzeran ve hate xwenidn em bînin ser ekranê:
