li bajarê Qamişlo, 2’emîn Festîvala Wênekêşiyên Fotografî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dest pê kir.
Di destpêka çalakiyê de, li ser navê Yekîtiya Wênekêşên Fotografî û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat destnîşankirin ku armanca festîvalê ew e ku kamêrvan bi rêya lensên xwe, çand, huner û peyamên welatê xwe bigihînin her çar aliyên cîhanê.
Piştî vekirina deriyê pêşengehê, hat ragihandin ku 38 kamêrvan û 2 saziyên ragihandinê ji her çar parçeyên Kurdistanê di vê çalakiyê de cih girtine.
Di festîvalê de 150 wêne hatine pêşkêşkirin, ku her wêneyek çîrokeke taybet û watedar li pişt xwe dihewîne.
Ev festîval dê du rojan berdewam bike û di roja dawiyê de, Xelata Kedê, xelata baştirîn wêne û xelata baştirîn çîrok dê li ser serkeftiyan werin belavkirin.
