NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ HEDEFGIRTINA HEVSEROKÊN NIVÎSGEHA EDALETÊ BERDEWAM IN

Rojava Tv
2 Min Read

LI seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hedefgirtina hevserokên nivîsgeha edaletê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero bi daxuyaniyên cuda hatin şermezarkirin.

Beşdarên daxuyaniyan piştrast kirin ku dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe û tevahî zagonên navdewletî bin pê dike.

Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina hevserokên Edaletê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero berdewam in.

Têkildarî mijarê encumena malbatên şehîdan a Reqayê bi daxuyaniyekê hedefgirtina erebeya hevserokên nivîsgeha Edaletê şermezar kir.

Encumenê got ku dewleta Tirk tevahî prensîpên mirovahiyê bin pê dike û sivîlan dike hedef.

Her wiha encumenê hedefgirtina hevserokên edaletê weke tawanekê bi nav kir û got ku dagirker di şerxê rêvebiran de dixwaze destkeftiyên şoreşê têk bibe.

Di dawiyê de encumena malbatên şehîdan a Reqayê soza berdewamkirina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Têkildarî heman mijarê jî endamên mala jin a navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek dan.

Mala jin di daxuyaniya xwe de got ku dewleta Tirk di şexsê jina azad de dixwaze vîna jinê têk bibe û rê li pêş azadiya wê bigire.

Her wiha mala jin got ku ev êrîşên wiha dê tu carî vîna jinan têk nebin û ew ê heta pêkanîna xewnên şehîdan têbikoşin.

Mala Jin bang li civaka navdewletî jî kir ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

Ji hêla xwe kombûna jinan a Zenûbyayê jî got ku ev êrîşên dewleta Tirk asta hovîtîya wê nîşan dide.

Kombûnê got ku dewleta Tirk sûcên şer pêk tîne û bi rêya dronan û hedefgirtina pêşengan dixwaze civakê ji hev du bixe.

Di dawiyê de kombûna Jinên Zenebyayê piştrast kir ku dewleta Tirk tevahî zagonên navdewletî bin pê dike û soza berdewamkirina rêya şehîdan da.

Share This Article