Yek ji xalên ku pêşketin û şaristaniya bajaran dide xuyakirin, paqijiya tax û kolanên wan e. sazî û desteyên rêveberiya xweser jî ji bo tax û bajarên herêmê paqij bimînin, her tim di nava tevgerê de ne.
Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi beşdariya saziyên her du taxan, hemleyeke paqijiyê li dar xistin.
Endamên Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gotin, Em bi hêvî ne ku milet li paqijiya bajarê xwe xwedî derkeve.
Her wiha beşdarên hemleyê behsa giringiya paqijiyê kirin û anîn ziman ku erkê her welatiyekî ye ku bajarê xwe paqij bike
Bi hatina werza havînê re pileya germahiyê bilind dibe û gemar û çopa ku li nava kolanan dimîne, dibe sedema gelek nexweşiyan, lewre hemleyên weha rê li ber van nexweşiyan digre.
