ZEYNEB XELÎL: ÇETE BI KIRINÊN XWE DIXAZIN NASNAMEYA JIN TUNE BIKIN

Rojava Tv
2 Min Read

Têkildarî sûcên çeteyan ên li Efrîna dagirkirî nemaze li dijî jinên gundê Kaxrê, Berdevka Rêxistina Sara a kantona Efrîn-Şehba Zeyneb Xelîl ji Rojava Tv re got, çete bi kiryarên xwe dixwazin nasname û hebûna jin tune bikin.

Êdî sûc û kiryarên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku li Efrîna dagirkirî li dijî xelkên resen pêk tînin nayên tehmûlkirin, ji lewra gel li dijî van sûcan xwepêşandanan li dardixin.

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker da ku kirinên xwe veşêrin û dengê gel qut bikin, êrîşî xwepêşandêran dikin. Mînaka ber bi çav jî bûyera gundê Kaxrê ya navçeya Mabeta ya Efrînê bû.

Têkildarî sûcên çeteyan ên li Efrînê nemaze li dijî jinên gundê Kaxrê, Berdevka Rêxistina Sara a kantona Efrîn-Şehba Zeyneb Xelîl ji Rojava Tv re got, çete bi kiryarên xwe dixwazin nasname û hebûna jin tune bikin .

Zeyneb Xelîl di nava nirxandinên xwe de piştgiriya xwe bi jinên li Efrînê re nîşan da û bang li wan kir ku li hember sûc û kiryaran serî netewînin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker doh li taxa vêlat a li navarasta bajarê Efrînê ji bo bêdengkirina xwepêşandêrên ku li dijî siyasetên dagirkeran rabûn êrîş kir û 18 kes revandin.

 

Share This Article