Navendên wergirtina genim ên kantonên Cizîr û.Reqayê xebatên wergirtina genim ji cotkaran berdewam dikin.
Navendên Cizîrê heta niha 8 hezar ton wergirtine û navendên Reqayê jî hata niha nêzî 10 Hezar ton genim wergirtin.
Navendên wergirtina genim ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergirtina genim ji cotkaran berdewam dikin.
Li gorî ofîsa ragihandinê ya Desteya Çandinî û Avdaniyê, navendên Til Hecer û Sebah El Xêr ên bajarê Hesekê ji destpêka meha Hezîranê ve nêzîkî 8500 hezar ton genim wergirtine.
Li kantona Reqayê jî heya niha zêdeyî 10 hezar Ton genim hatiye wergirtin.
Ev navend rojane ji saet 7’ê sibehê heta 6’ê Êvarî vekirî ne û li gorî plana ku Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya cotkaran amade kiriye, dixetibin.
Hevseroka Komîteya Aş û depoyan a bajarê Hesekê Hacer Ehmed ji Rojava Tv re diyar kir ku tevî barana kêm jî lê kalîteya genimê îsal baş e.
Rêveberê ofîsa depoyên genim a komîteya Aş û depoyan a Reqayê Eymen EL Elî jî anî ziman ku cotkar serdana wan dikin û heya niha zêdeyî 10 hezar Ton genim wergirtine.
Li kantona Cizîrê 10 navendên wergirtina genim û li kantona Reqayê 3 navend hene, ku ji bo hêsankirina wergirtinê û sivikkirina barê cotkaran li deverên sereke yên çandiniyê hatine belavkirin.
