Koçberên Efrînî yên li kampa berxwedan bi cih bûne ji Rojava Tv re axivîn.
Koçberan diyar kirin ku hikumeta Şamê ji her aliyan ve rê li ber wan qut kiriye.
Her wiha koçberan gotin, tevî dorpêça hikumeta Şamê jî dewleta Tirk bê navber êrîşan li dijî wan pêk tîne.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê di 18’ê Adara 2018’an de dagir kirin, şêniyên kantonê neçar man ji malên xwe derkevin û li kantona Şehbayê di kampan de bi cih bibin.
Li gel koçberkirinê jî Hikumeta Şamê ambargoya li dijî kantona Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz dike.
Hikumet ji beriya 5 salan ve rê nade xwarin û derman û madeyên çandiniyê û sotemenî derbasî kantonê bibin.
Koçberên Efrînî li kampa Berxwdan behsa êş û azarên ku ji ber dorpêçê têre derbas dibin bikin.
Her wiha koçberên Efrînî bang li dewletên navneteyweyî kirin ku bi erka xwe rabin û diyar kirin ku tevî hemû zehmetyan jî, dewleta Tirk bê navber êrîşan li dijî wan pêk tîne.
Kampa Berxwedana di 23’yê Adara 2018’an de hate avakirin.
Di dirêjahiya salekê de şêniyan xwebirêxistin kirin û destnîşan kirin ku ji bo rizgarkirina Efrînê ji bilî berxwedanê tiştek din tune ye.
