Demeke dirêj e li bajar û gundewarên Til Temirê kehrebe nîne.
Hevserokê navenda Kehrebeya ya Til Temrê Emîn Mûsiqlî axivî û diyar kir ku ji ber nebûna alavên taybet yên kehrebeyê, ew nikarin Stasyonê bidin karkirin.
Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2020’an û vir ve, bi dijwarî êrîşî binesaziya herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Di encamê êrîşan de zirarên mezin gihaştin saziyên xizmetguzariyê, kargehên mirovî, tenduristî, kargehên petrolê û Kehrebeyê yên herêmê.
Yek ji wan deverên ku zirareke mezin dîtiye, stasyona Kehrebeyê ya Til Temirê ye. Nûçegihanên me berê xwe dan stasyonê û rewşa wê ji nêz ve şopandin.
Hevserokê navenda Kehrebeya ya Til Temrê Emîn Mûsiqlî axivî û diyar kir ku ji ber nebûna alavên taybet yên kehrebeyê, ew nikarin Stasyonê bidin karkirin.
Emîn Mûsiqlî li hêlekî din da zanîn ku Ji bo sivikkirina êşên gel, bi hevahengiya Desteya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê, xeta elektrîkê ji Hesekê hate rakirin û bi xeta elektrîkê ya Til Temir ve hate girêdan.
Hevserokê navenda Kehrebeya ya Til Temrê Emîn Mûsiqlî di dawiyê de got ku xebatkarên wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê û peydakirina kehrebeyê 24 saetan dixebitin. Her wiha hewldanên guhertina parçeyên xirabbûyî dewam dikin.
