ZANÎNGEHA KOBANÊ BI BONEYA 25’Ê MIJDARÊ ÇALAKIYEK LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Zanîngeha Kobanê îro bi boneya 25’ê Mijdarê li avahiya fakulteya perwerdeyê çalakiyek li dar xist.
Çalakî bi beşdarbûna hevserokên zanîngeha Kobanê, mamoste û bi dehan xwendekar li dar ket.
Di çalakiyê de pankertên wek”têkoşîna jinê têkoşîna rûmet û wekheviyê ye” Na ji tundiya li ser jinê re” hatin rakirin.
Her wiha mamosteya Jinolojiya ya zanîngeha Kobanê Xalîda Ûbeyd da zanîn ku, ji bo parastina hebûna jinan divê dawî li hişmediya baviksalarî were.
Paşê mamoste û xwendekaran bi destê xwe durişma JIN JIYAN AZADÎ li ser tabloyekê xêz kirin.

Share This Article