JI BO ŞEHÎDÊN BERXWEDANA ŞÊXMEQSÛDÊ MERASÎMA SERSAXIYÊ LI KOBANÊ LI DAR KET

Rojava Tv
1 Min Read

 

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê konê sersaxiyê ji bo fermandar Ziyad Heleb û şervanên ku di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehid bûne, li darxistin.

Di merasîmê de bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî, Meclisa rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê û Kongra Star a bajarê Şêranê ve axaftin hat kirin.

Axêveran diyar kirin ku Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nûjenkirina berxwedana bi hezarên salan a li ser axa Kurdan û Mezopotamyayê ye.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên “Şehîd namirin”,”Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

Share This Article