Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Qamişlo hatiye destpêkirin di roja 3’emîn de dewam dike.
Di roja Duyem de nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Encumen, komîn, şaredariyên Qamişlo û navçeyên girêdayî wê û bi beşdariya gel û şandeyek ji navçeya Girkê Legê amade bûn.
Beşdarên çalakiyê tekez kirin ku daxwaza wan a azadiya Rêbertî ranaweste û ji bo Şikandina tecrîdê dê asta Têkoşînê bilind bikin.
Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku sînorekî ji Kiryarên Dewleta Tirk re deynin.
