Yekîtiya Werzîşê ya kantona Minbicê bi hevkariya Buroya Rêxistinan çalakiyeke werzîşî ya bisiklêtan bi tevlîbûna zarokên bajêr li dar xist.
Agahiyên bêtir em ê di vê raporê de werbigrin.
Yekîtiya Werzîşê her dem bi armanca pêşxistina jêhatîbûna komên ciwan ên ku bingeha civakê ne û riya bihêzkirina wê ne her wiha ji bo aktîvkirina rola ciwanan, çalakiyên renge reng li dar dide.
Federasyona Werzîşê ya kantona Minbicê bi hevkariya Buroya Rêxistinan, di nava stadyuma şaredariya bajêr de çalakiya biskletê birêve bir.
Hevserokê Ofîsa Rêxistinan a Minbicê Ehmed El-Ewad ji Telefizyona Rojava re behsa armanc û encamên lidarxistina çalakiyê kir.
Li aliyekî din Hevserokê Desteya Ciwan û Werzişê ya Minbicê Salih Ceffal tekez kir ku, armanca wan a sereke parastina jîngehê û piştgiriya komên ciwana ye.
Yekîtiya Werzîşê, li gorî derfetên xwe, bi berdewamî hewl dide asta werzîşê li herêma Bakurê Rojhilatê Sûriyê bilind bike.
Li gorî vê yekê, ew her dem ji bo hemû temenan, çalakiyên werzîşê yên cihêreng organîze dike.
