2 meh in Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîşî bendava tişrîn û pira Qereqozaqê dikin, li hemberî van êrîşan jî şervanên YPJ û QSD’ê berxwedaneke dîrokî dibin meşandin.
şervanê QSDê Kênco Qamişlo 4’ê çileyê piştî berxwedaneke mezin li dijî êrîşên dagirkeriyê li bendava Tişrînê, mohra xwe li dîroka berxwedanê da û şehîd bû.
Kamîreya ROJAVA TV serdana malbata şehîd Kênco Qamişlo kir û hevpeyvîn li gel malbatê kir.
Bavê şehîd kênco qamişlo,Gênco Ezîz behsa şehadeta kurê xwe kir û got:” di oxira parastina welat de şehadet rûmete”.
Apê Ş.Gênco Yasîn Ezîz jî amaje bi berxwedana lehengan e ya şervanên QSD’ê kir p got:” şehadeta kurê me cihê şanaziyê ye”.Şervanên QSD’ê û YPJ’ê rojane li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiyên bibandor li dar dixin, planên dagirkeran têk dibin û bi israrin ku tola şehîdên xwe rakin û bendavê ji dagirkeran re nehêlin.
