BEKIR HEC ÎSA HEWLÊN NÊZÎKATIYA ENQERE BI ŞAMÊ RE DINIRXÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan vê dawiyê derket pêşberî dezgehên çapemeniyê û ragihand ku ew amade ye bi hikumeta Şamê û Beşar El Esed re bicive.

Lê wî sûcên hikumeta xwe yên li dijî gelê Sûriyeyê û axa wê , ji bîr kirin.

Têkildarî armancên dewleta Tirk a dagirker ên daxwaza hevdîtina bi beşar el esed re ,Hevserokê Peywendiyên Siyasî Yê PYD a Kantona Firatê Bekir Hec îsa got ku tirkiyê dixwaze bi vê yekê aloziya xwe ya aborî çareser bike û car din xwe nêzî şamê dike.

Di beşeke din a nirxandinên xwe de Bekir Hec Îsa got em weke partî ne dijî têkiliyan in,lê ji bo çareseriya aloziyan, divê hikûmeta şam û Rêveberiya Xweser bi hev re bicivin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî derbarê mijara hevdîtinên Şamê û Enqerayê diyar kiribû ku Ew ji bo hevdîtinan, ji hemû kesên Sûrî, hêzên herêmî û navnetewî yên bi dosyaya Sûriyeyê re eleqeder in re, vekirî ne hevdîtinan bikin.

Share This Article