Jinan li Hesekê û Qamişloyê bi beşdariyeke girseyî, piştgiriya xwe ji bo YPJ`ê da nîşandan.
Her wiha jinan peyama “YPJ’ê nûnertiya rasteqîn a jinên Kurd dike” û “Em ê ji bo parastina mafên xwe û destkeftiyên şoreşê têkoşînê bidomînin” dan.
Di çarçoveya kampanya ku ji bo misogerkirina mafên jinan di Sûriyeya nû de û bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ku di 18`ê Sibatê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava ve hate aşkerakirin, bi pêşengiya Kongra Star ji bo piştgiriya (YPJ) û destkeftiyên şoreşa jinan ên li Rojava, li Qamişloyê meşek hate birêxistinkirin.
Bi sedan Şervanên YPJ`ê, endamên saziyên jinan ên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl beşdarî meşê bûn.
Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê kir û li ber Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongra Star axaftin ji aliyê Emîne Umer ve hate kirin.
Emîne Umer diyar kir ku YPJ temsîliyeta hemû jinan dike û îradeya jinên Kurd e ku tu carî nayê şikandin.
Bi pêşengiya Kongra Star bi sedan jinên ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û kampa Waşûkanî, endamên meclis û saziyên sivîl ji bo piştgiriya YPJ’ê û parastina destkeftiyên şoreşê meşiyan.
Meş ji çerxerêya Merşo ya bajarê Hesekê dest pê kir û li qada Aştiyê veguherî mitîngê.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo axivî û anî ziman ku armanca birêxistinkirina vê meşê parastina destkeftiyên şoreşa jinan e.
