Yekîtiya Şaredariyan a kantona Firatê ji bo pêşxistina şarestaniya herêmê, li Kobanê dest bi pêngavek paqijiyê kir.
Bi dehan endamên saziyên sivîl û civakî yên rêveberiya Xweser tevlî pêngava paqijiyê bûn.
Di pêngavê de kolanên sereke mîna qada şehîd Egîd, qada jina azad, kolana 48’an, riya Hilinc û riya Heleb yên li bajarê Kobanê hatin paqijkirin.
Kesên ku beşdarî pêngavê bûn diyar kirin ku armanca wan ji pêngavê ew e ku hişmendiya paqijiyê di nava gel de belav bikin û bajarê xwe xweşiktir bikin.
Ev pêngav piştî biryara rêveberiya Xweser ya ku roja pêncşemê ji bo paqijiya saziyan û bajêr e , hate dest pê kirin.
