YEKÎTIYA REWŞENBÎRAN ÇALAKIYEKE HUNERÎ LI KAMPA VEGERÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Rewşenbîran ya kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bilindkirina moralên gel, çalakiyeke hunerî li kampa Vegerê ya koçberên Efrînî li dar xist.

Ev çend roj in, dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrîşî kantona Efrîn- Şehbayê û bi taybetî bajarokê Şêrawa dike.

Yekîtiya rewşenbîran jî ji bo xurtkirina coşa gel û valaderxistina êrîşan, bi beşdariya koçberên Efrînî, endamên yekîtiyê û hunermendan çalakîyeke hunerî li kampa Vegerê ya li Şêrawa li dar xist.

Di çalakiyê de hunermendan berhemên xwe pêşkêş kirin û atmosfêreke geş ava kirin.

Her wiha pirs jî ji welatiyan hatin pirsîn û di dawiyê de xelat hatin belavkirin.

Share This Article