Ev 6 meh in xelkên Kantona Cizîrê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya herêmê bê elektirîka niştîmanî ne, lewra xelkê herêmê weke alitranlîf berê xwe didin danîna enerjiya rojê.
Bikaranîna xelkên herêmê ji enerjiya rojê re, bûye weke diyardeyekê hedî hêdî bi demê re di nava xelkê de belav dibe û bikaranîna xelkê ji jenetoran re kêm dibe bi vî awayî jîngeha bajarên herêmê paqij dibe.
Hemdîn Nebî welatiyê ji bajarê ji Qamişlo ye ji RojavaTV re dibêje: ”Bikaranîna welatiyan ji enerjiya rojê re germa havînê li ser wan sivik dike”.
Li aliyeke din ve jî Çalakvanê Jîngehê Zîwer Şêxo diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser bi rêya kopartîfên xwe, van perçeyên enerjiya rojê ji xelkê herêmê re peyda bike bo jîngeha herêmê paqij bimîne
pirsgirêka ku welatiyên herêmê dikişînin, nirxê perçeyên enerjiya rojê ye ku her perçeyek nêzî 100 dolarê Emerîkî, wate lêçûna danîna enerjiya rojê li ser welatiyan nêzî 1000 dolarî ye û ev jî dibe sedem ku beşek ji welatiyan jî bê elektirîk dimînin.
