KONGREYA ÎSLAMA DEMOKRATÎK: DAXUYANIYA HIKUMETA DEMKÎ ŞERXWAZÎ YE

Rojava Tv
1 Min Read

 

Kongreya Îslama Demokratîk daxuyaniyên provokatîf ên Wezareta Kar û Barên Olî ya hikumeta demkî şermezar kirin û wek ragihandina şer li dijî Kurd û Ereban bi nav kir.

Di daxuyaniyê de, daxuyaniya hikumeta demkî bi tundî hat şermezarkirin û wek “ragihandina şer li dijî gelê Cizîrê bi Kurd û Erebên wê” hat binavkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gotinên provokatîf li dijî îslamê ne û hate gotin: “Eger gotina heqiyê hebe, divê banga rawestandina êrişan li ser sivîlên li Cizîrê be.”

Her wiha hate gotin, wezîrê ewqafê ji herikîna her dilopeke xwînê berpirs e.

Di dawiya daxuyaniyê de xîtabên olî yên provokatîf hatin şermezarkirin û banga rawestandina tundî û herikandina xwînê hate kirin.

Share This Article