YEKÎTIYA JINÊN CIWAN LI REQAYÊ PERWERDEYEKE DIRÛTINA CILÛBERGAN VEKIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Reqayê perwerdeyek ji bo rêûrêbazên dirûtina cilûbergan vekiriye.

Di perwerdeyê de 22 jinên ciwan beşdar in û dê perwerde ji bo heyama meh û nîvekê berdewam bike.

Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Reqayê bi armanca xurtkirina behreyên jinan û pêşxistina rê û rêbazên dirûtina cil û bergen, perwerdeyekê li dar dixe.

Di perwerdeyê de 22 jinên bajarê Reqayê beşdar in û li ser şêwazên dirûtina cilan bi modelên cur ber cur, têne perwerdekirin

Dema perwerdeyê meh û nîvekê berdewam dike û li kêleka dirûtina cilan, jinên ciwan li ser dîzaynkirinê jî têne perwerdekirin.

Li bajarê Reqayê ku di heyama dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de, rengê reş baskên xwe lê vedabûn, lê piştî ku hêzên QSD’ê ew rizgar kirin, ji nû ve rengê jiyanê xemla xwe lê da der.

Share This Article