Di roja cîhanî a têkoşîna li dijî madeyên hişbirê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amarên xebatên xwe yên têkoşîna li dijî madeyên hişbirê yên salekê di civîneke çapemeniyê de li Reqayê eşkere kir.
HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN ENCAMÊN XEBATÊN XWE YÊN LI DIJÎ MADEYÊN HIŞBIR EŞKERE KIRIN
Doh li bajarê Reqayê bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî madeyên hişbirê Hêzên Ewlekariya Hundirîn civîneke çapemeniyê lidarxist û têde xebatên xwe yên salekê eşkere kirin.
Di civînê de endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Encumena Edaleta Civakî, Komîteya Tenduristiyê ya Encumena Sivîl a Reqayê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn û bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkar bin û vê diyardeyê têk bibin.
Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Girtiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Kano ji Rojava Tv re diyar kir ku wan çi madyên hişbirê di nava vê salê de desteser kirine di vê rojê de ji nav birin.
HESEN KANO – RÊVEBERIYA GIŞTÎ YA KARÛBARÊN GIRTIYAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ
HESEN KANO: MADEYÊN HIŞBIRÊ YÊN DI SALEKÊ DE HATINE DESTESERKIRIN HATIN JINAVBIRINHer wiha Hesen Kano anî ziman ku ew ê rojane bi hemleyên li dijî madeyên hişbirê rabin.
HESEN KANO: EM Ê ROJANE BI HEMLEYÊN LI DIJÎ MADEYÊN HIŞBIRÊ RABIN
Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê cure û miqdara madeyên hişbirê yên desteser kirine eşkere kir, ew jî wiha ne:
147 KG Krîstalê mîs, 302 KG heşîş, 148 cixareyên heşîşê, 11 hezar û 880 derziyên hişbirê, 838 hezar û 814 hebên Kiptagon, Milyonek û 818 hezar û 405 hebên cuda yên hişbirê, 7 kîlo û nîv Hîroyîn, 41 şitlên heşîşê, 170 şitlên xişxaşê û 14 gram Kokayîn.

