Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Amûdê lîgeke fotbulê ji bo saziyên rêveberiya xweser bi navê navê Ş.Hogir Dirbêsiyê û Xalid Ebdulqehar organîze kir.
Lîga fotbolê doh li lîstikgeha Ciwanên Şoreşger bi lidarxistina du maçan di navbera tîmên YPG’ê û mamosteyan her wiha tîmên Trafîk û Polîsên Leşkerî re destpêkir.
Di maça yekemîn ya di navbera tîma YPG’ê û mamosteyan de, tîma YPG’ê 4 gol bidestxist û li ser tîma mamosteyan ku 2 gol bidestxistibû bi ser ket.
Maça dûyemîn a di navbera tîma Trafîkê û Polîsên Leşkerî de bi encama wekeheviyê ku her tîmekê 2 gol bidestxistin, bidawî bû.
Endamê Ciwanên Şoreşger Şemal Osman da zanîn ku di nava lîgê de 8 Tîm beşdarin û dê lîg 6 rojan dewam bike.
CIWANÊN ŞOREŞGER LÎGEKE FOTBULÊ LI AMÛDÊ ORGANÎZ KIR
