Bi beşdariya şêniyên Dêrik û endamên saziyên sivîl salvegera 23‘emîn a damezirandina PYD‘ê hat pîrozkirin.
Meclisa PYD‘ê ya bajarê Dêrikê bi boneya salvegera 23‘emîn a damezirandina xwe çalakiyeke li hola mişwar ya bajarê Dêrikê li dar xist.
Çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftin li ser navê PYD ji aliyê perwîn Yûsif ve û li ser navê meclisa malbatên şehîdan ve hatin kirin.
Axêveran anî ziman ku salvegera damezirandinê boneya nûkirina soza bi şehîdan re ye û got, qonaxa heyî hewceyî parastina destkeftiyan û xurtkirina hevgirtina pêkhateyan e.
Di dawiya çalakiyê de soza domandina têkoşînê û xwedîderketina li şehîdan hat kirin.
