Bi armanca danasîna rola ciwanan di pêşxistina pêngava ji bo azadiya rêber APO de , tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Hesekê semînerek lidarxist.
ciwanan diyar kirin ku azadiya rêber Apo azadiya hemû gelan e û soza berdewam kirina têkoşînê dan.
Bi diruşma ” Bi Yekîtiya Gelan, Em ê Êrîşên Faşîzma Tirk Têk Bibin û Rêber Apo Azad Bikin ” tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Hesekê semînerek li darxist.
Semîner bi amadebêna Bi dehan Endamên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger li hola Serdem ya taxa Mişêrfê hat lidarxistin.
Di semînerê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin û rola ciwanan di şerê taybet de hat nîqaşkirin.
Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê Medya Ebd El – Rehman diyar kir ku bi fikr û felsefa Rêber Apo , dê gel û ciwan dagirkeriyê têk bibin.
Li aliyekî din, Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Helîma Ismaîl jî anî ziman ku ji bo belavkirina fikr û felsefeya rêber Apo ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Di Semînerê mijarên wekî Jiyana Rêber Apo, Komploya li dijî Rêber Apo û rola ciwanan di pêşxistina pêngava ji Rêber Apo re azadî hatin nîqaşkirin.
Semîner bi sloganên ” Bê Serok Jiyan Nabe ” bi dawî bû.
