YEKÎTIYA JINÊN CIWAN GEŞEDANÊN DAWÎ NÎQAŞ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana bendava şehîdan û Qerqozatê em ê dagirkeriyê têk bibin û şoreşa jinê û azadiya Rêbertî misoger bikin” Yekitiya Jinên Ciwan a PYD’ê serbarê geşedanên dawî yên li herêmê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker, civînek lidarxistin.

civîn Bi amadebûna bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên PYD’ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir.

di civînê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên ku dike, bi taybet êrîşên li ser bendava Tişrînê û hedefgirtina sivîlan û berxwedana QSD’ê û YPJ’ê li Pira Qerqozaq û Bendava Tişrîn her wiha berxwedana gelê li ser bendavê ji bo piştgiriya QSD’ê hatin nîqaşkirin.

Share This Article