Pêncemîn Festîvala Merdoso, ku ji aliyê Komeleya Çandî ya Suryaniyan û di bin çavdêriya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê de tê lidarxistin, di roja xwe ya duyem de, derbasî bajarê Hesekê bû.
Çalakiyên festîvalê li Hola Serdem li dar ket û tê de şandeyên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komeleya Çandî ya Suryaniyan, Komeleya Bês Nehrên, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Jinên Sotoro beşdar bûn.
Di Festîvalê de gurzek helbestên bi zimanê Suryanî ji bo giyanê helbestvanê mezin Mîşêl Fîlo hatin berzkirin. Piştre komek stran û pêşkêşiyên folklorîk ji aliyê koma “Înana” û Koroya Suryanî ve hatin pêşkêş kirin:
Roja duyemîn a festîvalê bi xelatkirina komên hunerî yên beşdar bi dawî bû.
