di 18’ê îlonê de sala nû ya xwendinê ya 2022-2023 li bakur û rojhilatê sûriyê dest pê dike .
Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya perwerde û fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl ji Rojava TV re axivî û got: ”tevî gef û êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê amadekariyên sala nû ya xwendinê berdewam dike”
