Xelkên bajarê Qamişloyê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Hewas Ibrahîm, ku 5’ê tebaxê dema li ser karê xwe bû di qezayekê de şehîd bû oxir kirin.
Merasîma oxirkirinê bi beşdariya xelkên qamişlo, endamên sazî û dezgehên Rêvebera Xweser û kongra Îslama Demokratîk li goristana Şehîd Delîl Saroxan hate lidarxistin.
Di merasîmê de û piştî deqeyeke rêzgirtin, axavtin li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Qamişlo, meclisa kongra islama demokrat li qamişlo hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin.
Her di axavtinan de hate gotin, Divê hemû sazî bi taybet Saziya Malbatên Şehîdan ji berê bêtir kar bikin da ku xwîna şehîdan li erdê nemîne û soza berxwedn û têkoşînê careke din hate tekez kirin.
Pişî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
cenazeya şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.
