Têkildarî salvegera 10’emîn a komkujiya Şengalê endamê meclisa yekîtiya Êzidiyên Sûriyê, Ziyad Rûstem got, fermana 3’yê tebaxê li dijî tevahî gelê Kurdistanê pêk hat.
Her wiha Ziyad Rûstem da zanîn ku, heta rizgarkirina temamê jin û keçên Êzidî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Beriya niha bi deh salan di roja 3’yê Tebaxê de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin û jenosîdeke hovane bi serê Kurdên Êzidî de pêk anîn.
Tevî ku 10 sal di ser jenosîdê re derbas dibin, lê hîna birînên Şengaliyan nehatine pêçan û çarenivîsa zêdetirî 2 hezar keç û jinên Êzidî ne diyar e.
Têkildarî mijarê, endamê meclisa yekîtiya Êzidiyên Sûriyê, Ziyad Rûstem got, fermana 3’yê tebaxê li dijî tevahî gelê Kurdistanê pêk hat.
Her wiha Ziyad Rûstem da zanîn ku, heta rizgarkirina temamê jin û keçên Êzidî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Di fermana 3’yê Tebaxê de, şervanên Rojavayê Kurdistanê korîdora mirovî ava kirin û bi hawara civaka Êzidî ve çûn. Her wiha pêşwazî li dehhezaran Kurdên Êzidî kirin.
