Meclîsa bajarê Hesekê bi boneya 1’ê Mijdarê roja kobanê ya cîhanî daxuyaniyek da.
Meclîsa bajarê Hesekê di daxuyaniya xwe de got: “ji bo vê boneya binirx em tevahî şehîdên ku canê xwe ji bo kobanê feda kirin e bi bîr tînin.
Meclîsê da zanîn ku berxwedana kobanê bû nîşaneya berxwedana cîhanî û bi saya vê berxwedanê cîhan ji terorê hat parastin.
Meclîsa bajarê Hesekê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “berxwedana kobanê yek ji destkeftiyên şoreşa 19’ê tîrmehê ye û divê ev destkeftî bê parastin.
