dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî rojane sûc û kiryaran pêk tînin û zagonên navneteweyî binpêdikin.
Endamê Yakîtiya Partiya Demokratîk a PYD’ê ya Helebê Mistefa Hemo, got dagirkirin û kiriyarên tirkiyê sûcekî navneteweyî ye û dê pirojeya rêveberiya xwesr ji tunekirinê biparêzin.
ji destpêka dagirkirina herêmên,Efrîn ,serê kaniyê û girêsipî û heta îroj ,dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê sûc û kiryarên dermirovî derheqê şêniyên resen de pêktînin.
li herêmên dagirkirî zagonên navneteweyî binpêdibin û rojane zarok û jin, rastî sûcên herî qirêj tên.
Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Helebê Mistefa Hemo, kiriyarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku li herêmên dagirkirî pêktînin, wekî sûcekî navneteweyî binavkir.
Mistefa Hemo got ku ew ê pirojeya Rêveberiya Xweser bi parêzin, ji ber ku rêya tekane ya çareserkirina pirsgirêka rojhilata navîne.
li ber cavê rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navnetewî, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bê ku hesabxwestin, rojane li herêmên dagirkirî bi hincetên cûr bi cûr sûcên kuştin, tecawizkirin ,koçkirina bi darê zorê ,guhertinên demografîk û heta bi şewitandina xwezayê, pêktînin.
