Yekîtiya Ragihandina Azad îro bi merasîmekê salvegera yekemîn a şehadeta Rojnamevan û Nivîskar Seyit Evran li ser gora wî bi bîr anî.
Merasîma bîranînê li goristana şehîd delîl saroxan ya li bajarê qamişlo hat lidarxistin.
Di merasîmê de bi dehan endamên meclisa malbatên şehîdan, rojnamevan û şagirtên şehîd seyit Evran beşdar bûn .
Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê meclia malbatên şehîdan û yekîtiya ragihandina azad axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de soza şopandina riya şehîdan û geşkirina pênûsa Şehîd Seyit Evran hat kirin.
Merasîma bîranînê bi belavkirina pirtûka bi navê “Seyit Evran” ku şehîd seyit nivîsandibû bi dawî bû.
