Li Reqayê ji bo nîqaşkirina rewşa kesên ku ji kampa Holê hatine derxistin, civîneke sêalî hate lidarxistin.
Civîn bi sponseriya Navenda Lênêrîna Civakî, Kombûna Jinên Zenûbya û desteya karûbarên civakî û kedkaran, hate lidarxistin.
Di civînê de rewşa kampa Holê û metirsiyên wê, her wiha çawaniya tevlêkirina malbatên ku ji kampa Holê hatine derxistin bo nav civakê, hatin nîqaşkirin.
Beşdaranên civînê gotin, paşguhkirina kampa Holê ji aliyê civaka navdewletî ve, barekî giran xistiye ser milê Rêveberiya Xweser.
Her wiha astengiyên ku Kombûna Jinên Zenûbya û desteya karûbarên civakî û kedkaran pê re rû bi rû dimînin, hatin gotûbêjkirin.
